PeyamaKurd- Li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê Kurdekî ku di hepsa navendî de bû, ji aliyê dewleta Îranê ve hate daleqandin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengawê ragihand ku Kurdê bi navê Ehzem Xezayî li hepsa Kimanşanê roja sêşemê hatiye idamkirin. Duh malbata wî bi bûyerê hatiye hesandin. Lêbelê çapemeniya Îranê, cih neda vê bûyera girîng.
Kurdê bi navê Ehzem Xezayî, ji ber “kuştina mêran ya belesebeb” bi cezayê idamkirinê hatibû mehkûmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin