PeyamaKurd- Rojnameya The Guardian li ser serokê ji deshilatê hate xistin ê Sûriyeyê Beşar Esed ku niha li gel malbata xwe li paytexta Rûsya Moskowê dijî, nûçeyeke berfireh belav kir.
Rojnameya The Guardian a Brîtanî diyar kir, Esed niha mijûlî fêrbûna zimanê Rûsî ye û dixwaze pisporiya xwe ya di warê bijîşkiya çavan de xurt bike ku pîşeya wî ya berê bû.
Hevalekî wî yê nêzîk ji rojnameyê re axiviye û gotiye, "Pêdiviya wî bi pereyan nîne lê ji wê pîşeyê hez dike û dibe ku bixwaze dewlemendên Rûsyayê derman bike."
Li gorî The Guardianê rewşa jiyana Esed û malbata wî wiha ye: “Li taxa Rublyovkayê ya Moskowê dijî ku warê dewlemend û berpirsên bilind e. Hevjîna wî Esma Esed piştî wergirtina tedawiya penceşêrê ya di bin çavdêriya Rûsan de, rewşa wê ya tenduristiyê baş bûye. Jiyaneke şahane dijîn, beşeke demê bi kirîna kelûpelên marka û geşta Îmaratê derbas dikin. Keça wan Zeynê li zanîngeheke bilind a Moskowê bawername bi dest xistiye.”
Piştî Komên çekdar ên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna 2024an ketin Şama paytexta Sûriyeyê desthilata Beşar Esed rûxiyabû û bi malbata xwe re reviyabû Rûsyayê.
Li gorî Guardianê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin destûrê nade ku ti çalakiyeke wî ya siyasî an medyayî hebe û heta rê nayê dayîn ku pêwendiyê bi berpirsên berê yên hikûmeta xwe re jî bike. Esed dema ku reviya, heta agahî nedabû birayê xwe Mahir û xizmên xwe yên nêzîk û tenê ew û malbata wî ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatin rizgarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin