Tîmên rizgarkirinê xwe gihandin cesedên 7 kesan

Tîmên rizgarkirinê xwe gihandin cesedên 7 kesan

PeyamaKurd – Helîkoptera ku di 9 ê hezîranê de li Îtalyayê ji balafirgeha Luccayê bi hewa ketibû û di helîkopterê de 4 ji wan Tirk bi temamî 7 kes hebûn, di navbera deverên Toksana û Emilia-Romagna de ji radarê wenda bûbû. Heya niha lêgerîna helîkopterê dewam dikir û îro serê siba rizgarkiroxên Îtalî xwe gihandin enqaza helîkopterê. Ji helîkopterê ti kes rizgar nebûye. Enqaza helîkopterê di bilindahiya 1922 metreyan de hat dîtin û pêşî cesedên 5 kesan û paşî yên 2 kesan hat dîtin.

Çapemeniya Îtalyayê jî mijarê ragihand. Di helîkopterê de 4 xebatkarên grûba Eczacıbaşı ya Tirkiyê, 2 hemwelatiyên Lubnanê û pîlotekî Îtalî hebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin