PeyamaKurd – Tîmên Rûbirûbûna Terorê yên Tirkiyê li bajarê Kocaelî yê Tirkiyê 5 kes bi gumana endamtiya DAIŞê desteser kirin.
Li gor Ajansa Fermî ya Tirkiye diyar kir, Tîmên Rûbirûbûna Terorê yên Girêdayî Rêveberiya Ewlekariya Kocaelî, derbarê çend kesên biyanî ku pêwendiya wan bi rêxistina DAIŞê re heye lêkolînek daye destpêkirin.
Herwiha hat ragihandin, di çarçoveya lêkolînê de, tîman îro 26ê Temûza 2022ê de bi operasyoneke hemwext girtin ser çend navnîşanan û 5 gumanbarên biyanî yên DAIŞê desteser kirin.
Herî dawî hat eşkerekirin, karûbarên yasayî yên wan kesên destserkirî li navenda ewlekariyê berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin