Tirkiyê 4 endamên DAISê radestî Brîtanyayê kirin

Tirkiyê 4 endamên DAISê radestî Brîtanyayê kirin

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ragihand ku, 4 endamên DAIŞê yên biyanî ku hemwelatiyên Brîtanyayê bûn ji bo welatê wan hatine deportkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ragihand ku xebatên vegerandina çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê yên biyanî bo welatên wan berdewam e û di vê çarçoveyê de, duh êvarê 4 çekdarên DAIŞê yên din ku hemwelatiyê Brîtanyayê bûn, bo welatên wan hatine deportkirin.

‘77 endamên DAIŞê yên girtî bo bo welatên wan hatin şandin’


Tirkiyê 11ê vê mehê jî 2 DAIŞiyên ku hemwelatiyên Almanyayê dersînor kiribûn.

Herwiha, Tirkiyê ji 11ê Mijdarê ve, 20 bo Almanyayê, 11 bo Fransayê, 2 bo Belçîkayê, 2 bo Holandayê, 9 bo Danîmarka, Brîtanya, Amerîka, Îrlanda û Awistralyayê û 33 çekdar jî bo welatên, bi giştî 77 endamên DAIŞê yên girtî vegerandine bo welatên wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin