Tirkiye bi biryara Erdogan ji Peymana Stenbolê vekisiya

Dîroka weşanê :
Tirkiye bi biryara Erdogan ji Peymana Stenbolê vekisiya

PeyamaKurd – Bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê ya taybet ji bo rûbirûbûn û rêlibergirtina tundûtûjiya li hember jinan, vekişiya.

Di sala 2011an de, Konseya Ewropayê li Stenbolê, peymanek taybet bo rêlibergirtin û rûbirûbûna tundûtûjiya li hember jinan pêk anî û yekem welatê ku ew peyman îmze û pesend kir, Tirkiye bû.

Ew peyman, ji ber ku li Stenbolê hatibû îmzekirin, li qada navdewletî wek Peymana Stenbolê tê nasîn.

Peymana Stenbolê, bi pesendkirina 10 welatan di sala 2014an de ketibû warê cîbicîkirinê û di Tîrmeha 2019an jî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û 34 dewletan ve hatibû pesendkirin.

Peymana Stenbolê, weke belgeya herî diyar ya Konseya Yekîtiya Ewropayê ya derbarê mafê jinan û naskirina nasnameya hevregeziya cinsî ye û heta niha ji aliyê 46 welatan ve hatiye pesendkirin.

Hêjayî gotinê ye, heyamek e li Tirkiyê di derbarê wê peymanê de nîqaş zêde bûbûn û aliyên nêzikî Hikûmetê daxwaz dikirin, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişe û ev yek rastî bertekên navxwe û derve hatibû.

Lê tevî nerazîbûnan jî, bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin