PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku bi kordîneya Saziya Giştî ya Emniyetê, Fermandariya Giştî ya Cenderme û Fermandariya Giştî ya Beravên Tirkiyê operasyoneke hevdem li seranserê Tirkiyê hatiye encamdan.
Li gorî daxuyaniyê di encama wê operasyonê de, kesên lêgerîna dadgehê li ser wan heye û koçberên qaçaxî û hikumxwarên berê jî di nav wan de 1964 kes hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 11 hezar û 838 tîmên ewlekariyê, 41 hezar û 521 karmendên ewlehiyê di operasyonê de cî girtine û lêgerîn li ser 2 hezar û 962 navnîşanan hatiye kirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ji bilî girtîna wan kesan, hejmarek çek û belge jî hatine bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin