PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Rojavayê Kurdistanê tehdîd kir û got ku me amadekariyên xwe temam kirine û em ê êrîşî YPGê bikin.
Ev demeke dirêj e ku Tirkiye tehdîdên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Êdî di van rojên dawî de tehdîdên Tirkiyê zêdetir dibin.
Herî dawî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tehdîdên xwe domandin û got ku me amadekariyên xwe temam kirine û em ê rojekê li Sûriyê êrîşî Rojhilatê Firatê bikin.
Di hefteya bûrî de jî Tirkiyê li nêzîkî Kobaniyê hinek çeperên YPGê bombebaran kiribûn. YPGê jî ragihandibû ku di van êrîşan de endamekî Yekîneyên Parastina Gel jiyana xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin