Tirkiye: Êdî em Efrînê teslîmî Suriyê nakin

Tirkiye: Êdî em Efrînê teslîmî Suriyê nakin

Berdevkê Sorokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın diyar kir ku niha artêşa Tirkiyê ji 70% ji Efrînê qontrol dike û di demeke nêzîk de, wê Efrînê bi tevahî qontrol bikin. Piştî ku me hemî Efrîn qontrol kir jî êdî em Efrînê teslîmî Suriyê nakin.

Kalın wiha got: Li Efrînê dorpêça li dijî YPGê gav bi gav zêde dibe. Ji destpêka operasyonê û heta niha ji 70% ji Efrînê ketiye bin destê me de. YPGê dixwest ku Qendîleke nû ava bike. Lêbelê Tirkiyê tu caran vê qebûl nake.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin