PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê êrîşa bi moşekên balîstîk a şevê din bi ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Êrîşên bi vî awayê ku ji bo têkdana aştî û îstiqrarê li Iraqê pêk tên ti carê nayên qebûlkirin. Wê Tirkiye di têkoşîna dijî terorê de di piştevaniya Iraqê de berdewam be.”
Şevê din li demjimêr 01:00 12 moşek bi ser Hewlêrê de hatin avêtin ku li dorûbera Balyozxaneya Amerîka ya Hewlêrê û avahiya Kurdistan24ê ketin. Di encama êrîşê de ziyanên madî çêbûn.
Li gorî daxuyaniyên fermî yên saziyên Herêma Kurdistanê, moşek ji derveyî xaka Iraq û Kurdistanê hatine avêtin û çavkaniyên Amerîkî jî diyar dikin ku ew moşek ji aliyê Îranê ve hatine avêtin.
Herwiha li ser hesabên medya civakî yên alîgirên Îranê û Supaya Pasdaran ew êrîş wekî tolhildana êrîşa Îsraîlê ya li Sûriyê ku du fermandarên îranî hatibûn kuştin tê nîşandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin