PeyamaKurd- Li ser Derya Reş balafirên Amerîkayê û Rûsyayê hatin pêşberê hev lê balafirên Rûsyayê nehiştin balafirên Amerîkayê bikevin nava seha wan ya hewayî. Piştî vê bûyerê wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku wan bi balafira xwe ya tankêrê, benzînê li hewayê daye 2 balafirên Amerîkayê yên B-1 ê.
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku îkmala balafirên Amerîkayê di çarçoveya peymana hevkariya leşkerî de hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin