PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku li herêma operasyona ‘Pence Kilît’ a li nav sînorên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê dewam dike de, leşkerekî wan hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya MSBê leşkerê Piyade yê Pîspor Çavûş Alî Demîr, bi guleya tacîzê ya çekdarên PKKê li herêma operasyona Pence Kilît bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê can daye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyeyê ji 18ê Nîsana 2022yan ve bi navê ‘operasyona Pence Kilît’ li deverên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan operasyona dijî PKKê berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin