Tirkiye: Wê Iraq ji ber binpêkirinan tezmînatê bide me

Tirkiye: Wê Iraq ji ber binpêkirinan tezmînatê bide me

PeyamaKurd – Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê, derbarê biryara dadgeha Navenda Tehkîmê ya Parîsê (ICC) de ku piştî wê biryarê, hinardeya petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi ser Tirkiyeyê de hat rawestandin, daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê, da xuyakirin ku wan di çarçoveya statûya destûrî ya Iraqê de, petrola Kurdistanê hinarde kiriye û ragihand, ji ber binpêkirinên Iraqê wê Iraq Tirkiyeyê qerebû bike.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku ew bi salan ligel Herêma Kurdistanê kar dikin ku doza li ser mijarê jî ji ber nakokiyên salan ên derbarê mafê petrolê de ye.

Herwiha hatiye gotin ku ew rêzê li yekparçebûna Iraqê digirin û ji bo îstiqrara herêmê ya aborî û siyasî jî di projeyên navdewletî yên enerjiyê de, bi berpirsiyarî tevdigerin.

Hatiye destnîşankirin, Tirkiyeyê ji sala 1973yan ve ji bo xeta boriya petrola Iraqê bi milyar dolaran xerc kiriye û heyeta hakem jî niha ji 5 daxwazên Iraqê 4 ji wan red kiriye ku ji ber van binpêkirinên Iraqê jî wê Iraq tezmînatê bide Tirkiyeyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin