PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu got ku piştî 4ê Temûzê YPGê wê li gorî peymanê ji Minbicê derkeve.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu ji çapemeniya Tirkiyê re di derbarê Minbicê de daxuyaniyek da û got ku li gorî peymana di navbera me û Amerîkayê de piştî 4ê Temûzê YPGê wê ji bajarê Minbicê dest bi vekişînê bike. Çavuşoglu got Amerîka wê çekên giran ku dabûne YPGê jî ji wan bistîne û Tirkiyê wê çavdêriya vê pêvajoyê bike.
Van rojên dawî leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê bi hev re li derdora Minbicê dewriyê tavêtin. YPGê jî berî niha gotibû ku ew bi temamî ji Minbicê derketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin