PeyamaKurd – Tirkiyeyê bi pêngaveke nû û berfireh hevkariya xwe ya bi Somaliyê re derbasî qonaxeke stratejîk kir. Enqerê ji bo lêgerîna petrol û gaza xwezayî, keştiya xwe ya sondajê ya bi navê "Çağrı Bey" şand peravên Somaliyê. Ev cara yekem e ku Tirkiye keştiyeke bi vî rengî ji bo sondajê dişîne derveyî avên xwe yên herêmî. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî hevdîtina li gel Serokê Somaliyê Hesen Şêx Mihemed, ragihand ku ew li benda "mizgîniyên baş" in. Li gorî peymanên sala 2024an, Tirkiyeyê li sê blokên deryayî mafê lêgerînê wergirtiye û tê payîn ku keştî piştî rêwîtiyeke 45 rojî di ser Okyanûsa Atlantîk re bigihîje herêmê.
Di dema ku xebatên enerjiyê dest pê dikin, Tirkiyeyê ji bo parastina berjewendiyên xwe û ewlehiya Somaliyê hêzên xwe yên leşkerî jî xurt kirin. Li paytext Mogadîşûyê û herêmên derdora wê, tankên M48 û M60 tevî balafirên şer ên F-16 hatin bicihkirin. Karbidestên Tirk diyar kirin ku balafirên F-16 ji hêla leşkerên Tirk ve ji bo ewlehiya baregeh û tesîsên li herêmê tên bikaranîn.
Ev hêza hewayî di heman demê de wekî piştgiriyek ji bo şerê li dijî rêxistina El-Şebab û zêdekirina kapasîteya parastinê ya Somaliyê tê nirxandin, ku Tirkiye ji sala 2017an vir ve mezintirîn baregeha xwe ya dervayî welat li wir vedihewîne
Ev liv û tevgera Tirkiyeyê di demekê de ye ku li Qiloçê Afrîkayê rageşiyên jeopolîtîk zêde bûne, nexasme piştî nêzîkbûna Somalîland û Îsraîlê. Enqerê ev nêzîkatî wekî "destwerdana di karên navxweyî yên Somaliyê de" pênase kir û li dijî hewildanên bêîstîqrarkirina herêmê helwesteke tund nîşan da. Hevkariya 10 salî ya parastinê ya di navbera Enqere û Mogadîşûyê de, erkê avakirin û çekdarkirina Hêzên Deryayî yên Somaliyê jî dide Tirkiyeyê. Bi van gavan, Tirkiye ne tenê di warê enerjiyê de li deryayên kûr dibe xwedî bandor, belê di hevsengiya hêzê ya li Qiloçê Afrîkayê de jî dibe lîstikvanekî sereke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin