PeyamaKurd - Hêla esmanî ya Gulf Air ya Behrêynê ragihandiye geştên xwe yên esmanî bo Hewlêrê dest pê dike.
Duh roja pêncşemê 30.01.2020an hêla esmanî ya Gulf Air ya Behrêynê eşkera kiriye ku roja yekşemê 02.02.2020an yekem geşt a esmanî ji Mename - paytexta Behrêynê bo Hewlêrê dest pê dike.
Herweha wê hêla esmanî eşkera kiriye, ku geştên wan yên esmanî bo Bexda û Necef jî, 1ê Sibatê dest pê dikin. Piştî ku bi sedema alozbûna rewşa wan navçeyan, bo demekê geştên xwe rawestandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin