PeyamaKurd - Piştî civîna şanda PDKê û Tevgera Goranê li Silêmaniyê, Berdevkê Goranê Şoreş Hacî ragihand, şanda PDKê spasî li helwesta niştimanî ya Goranê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û got, “Tevgera Goranê derbarê wergirtina pile û postan de nabe pirsgirêk.”
Şoreş Hacî di civîna hevbeş a rojnamevanî de got, “Ji rewangeha berjewendiya xelkê Kurdistanê ve me rêkeftin bi PDKê re îmze kir, wê jî bi erkekî xwe dizanin, bi taybet di van şer û mercên niha yên Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe.”
Hacî tekez kir, pir baş e hêzên Kurdistanî yekhelwest bin ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare astengan derbas bike, li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çaksaziya di hemû waran de, bêaliya sîstema dadweriyê û niştîmankirina hêza Pêşmerge lihev bikin.
ŞOREŞ HACÎ: EM JI BO POSTAN NABIN PIRSGIRÊK
Berdevkê Goranê Şoreş Hacî destnîşan kir, Tevgera Goranê derbarê wergirtina pile û postan de nabe pirsgirêk.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî got, “Civîna îro berdewamiya civînên berê bû û pêştir wan rêkeftin bi Tevgera Goranê re îmze kirine.”
PDK: ME LI HEV KIRIYE
Mihemed da zanîn, bi tevgera Goranê re ew zû ji hev têgihîştine û rêkeftina siyasî îmze kirine û li ser postên hikumî jî wan lihev kiriye.
MIHEMED: TÊGIHÎŞTINA GORANÊ CIHÊ SPASIYÊ YE
Berdevkê PDKê diyar kir, daxwazên YNKê yên wergirtina postan, bi daxwazên Goranê re hev negirtin, lê têgihîştina Goran ji vê babetê re hebû û razî bû, ew jî cihê spasiyê ye û ji bo vê mebestê em bi wan re civiyan.
‘EM HÊVÎDARIN PIŞTÎ YASAYA SEROKTIYÊ KABÎNE BÊ PESENDKIRIN’
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di civînê de got, “Em hêvîdarin di çend rojên bê de mijara aktîvkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û piştre raspardina kabîneya nû ya hikûmetê temam bibe.. Pêwîst e her yek PDK, YNK û Goran li ser diyarkirina karnameya hikûmetê bicivin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin