PeyamaKurd - Serokê Şaredariya Pîranê ya Amedê Felat Aygoren ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û lîsteya PDK-Bakur hatibû hilbijartin, ji HDPê îstîfa kir.
Felat Aydogan di hilbijartinên 31ê Hezîranê de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi kontenjana PDK Bakur beşdarî hilbijartinan bûbû û wek Şaredarê Pîranê hatibû hilbijartin.
Felat Aygoren li ser îstifaya xwe gotiye, ti pirsgirêka wî bi HDPê re nîne û biryara wî bixwe ye.
Aygoren daye xuyakirin ku ew dê ji niha pê ve bi awayekî serbixwe posta Şaredariya Pîranê berdewam be û got: “Ez dê bêyî ti ferq û cudahiyan xizmeta xelkê navçeya Pîranê bikim.”
Felat Aygoren neviyê birayê Şêx Seîdê Pîran, Şêx Mehdî ye û li Diyarbekirê kesayetiyekî naskirî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin