PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xelatek da karmendekî şaredariya Hewlêrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh karmendê şarevaniya Hewlêrê yê bi navê Rifet Mihemed xelat kir.
Xelat ji aliyê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil Mûrad va hat peşkeş kirin.
Karmendê paqijiyê yê şarevaniya Hewlêrê Rifet Mihemed piştî bi dawîbûna dewama xwe jî dev ji erka xwe bernadaye û kolan û kuçeyên Hewlêrê paqîj kiriye ku ev helwesta wî ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve hatiye dîtin û xelatkirin.
Rifet Mihemed zêdetirî 20 sala in li şarevaniya Hewlêrê weke karmendê paqijiyê kar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin