Kazimî wezîrê tenduristiya Iraq ji kar dûr xist

Kazimî wezîrê tenduristiya Iraq ji kar dûr xist

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di çarçoveya lêpirsîna şewata nexweşxaneya Îbnî Xetîb ku 82 kesan tê de can daye de, wezîrê tenduristiya Iraqê Hesen Temîmî ji kar dûr xist.

Kazimî ragihand ku wê îfadeyên parêzgarê Bexdayê Muhammed Cabir û berpisê wê beşa nexweşxaneyê bên wergirtin û heta 5 rojan jî encam bo hikûmetê werin radestkirin.

Li aliyê din wezareta navxwe ya Iraqê jî ragihandibû ku di encama şewata ku tê gotin bi ji ber teqîna gaza oksîjenê pêk hatiye de, 82 kes mirine û 110 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin