PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku ew ê li dijî amûrên elektronîkî yên Amerîkî boykotê bisepînin.
Hat ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di sempozyûma partiya xwe ya ji aliyê Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ve hat lidarxistin de axivî.
Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew li dijî amûrên elektronîkî yên Amerîkayê boykotê pêk bînin û wiha axivî: “Em ê amûrên elektronîkî yên Amerîkayê boykot bikin. Eger iPhone a wan hebe li aliyê din jî Samsung heye. Li welatê me jî Venus, Vestel heye.”
Erdogan îdîa kir ku li dijî wan êrişeke aborî heye.
Amerîka ji ber keşe Andrew Brunson li dijî wezîrên navxwe û dadê yên Tirkiyê û herwiha pola û alûmînyum ku ji Tirkiyê tên wergirtin siza sepandibûn.
Di encama krîza di navbera herdu welatan de lîreya tirkî li hember dolar gelek daket.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin