PeyamaKurd – Di derbarê rêkeftina bi Bexdayê re û encamên danûstandinan de, îro Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin.
Biryar e îro Desteya Serokatiya Parlamentoyê bi amadebûna serokên fraksiyonan û komîteyên (darayî, karûbarên aborî, wize û samanên xwezayî û karûbarên yasayî) li Parlamentoyê bi Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicivin.
Li gor Rêveberê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed Bekir ji K24ê re diyar kir: “Piştî pesendkirina yasaya budçeya federalî ya 2021an û ji bo agahdarbûna bi naveroka wê rêkeftinê û awayê guftûgoyan bi parlamento, hikûmet û aliyên siyasî yên Iraqî re ji bo desteberkirina mafên darayî yên Herêma Kurdisanê, biryar e îro Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêmê were Parlamentoyê û ligel Desteya Serokatiyê û serokên fraksiyonan bicive.
Herwiha biryar e Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêmê, di civînê de hûrgiliyên pesendkirina budçeyê û desteberkirina mafên darayî yên Herêmê ji nava budçeya giştî ya Iraqê ji Parlamentoya Kurdistanê re pêşkêş bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin