Rûhanî: Wê Îran zêdekirina Ûranyûmê berdewam bike

Rûhanî: Wê Îran zêdekirina Ûranyûmê berdewam bike

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku ew ûranyûma xwe ji ya berî peymana nukleerî ya 2015an zêdetir dikin.

Rûhanî di kanala fermî ya dewletê de da xuyakirin ku ji ber zêdekirina ûranyûmê zextên li ser wan zêdetir bûne lê ew dê karê xwe bidomînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, sala borî Amerîka ji peymana nukleerî ya digel Îranê vekişandibû û dorpêçên nû bi ser Îranê de hatibûn sepandin.

Ligel vekişîna Amerîka jî dewletên Ewropayê û Îranê peyman domandibûn, lê piştî Amerîkayê Generalê Îranê Qasim Silêmanî kuşt, Tehranê ragihand ku ewê li gor peymana atomî tevnegere û asta meyandina ûranyûmê jî zêdetir bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin