PeyamaKurd – Tora Çavdêriyê ya Hevpeymaniya Rêxistinan, rapora xwe ya derbarê gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de aşkera kir û ragihand ku gelek binpêkirin û kêmasî hatine tomarkirin. Yek ji kêşeyên herî berbiçav, derxistina çavdêran ji navendên dengdanê, bi taybetî li paytext Bexdayê bû.
Nûnerê Tora Hevpeymaniyê, Hogir Çeto, di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê diyar kir ku wan bi 5 hezar û 89 çavdêran li seranserê Iraqê çavdêriya pêvajoya hilbijartinê kirine û di nava 11 saetên dengdanê de 18 hezar û 168 raporên cuda şandine.
Çeto da zanîn ku li gorî kartên biyometrîk, rêjeya beşdariya di hilbijartinan de %56 bûye.
Tora çavdêriyê hejmarek binpêkirinên cidî tomar kirine ku bandor li ser zelaliya pêvajoyê kirine. Binpêkirinên sereke wiha ne:
Hogir Çeto her wiha destnîşan kir ku li hin cihan dengdana komî hatiye dîtin, ku sê-çar kes bi hev re diçûn kabîneyên dengdanê. Van hemû kêmasiyan guman li ser paqijiya hilbijartinan zêde kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin