PeyamaKurd – Li Îsfahan a Îranê di kargeha çêkirina balafirên bêpîlot de teqîneke mezin çêbû.
Hat ragihandin ku di teqînê de herî kêm 9 kes birîndar bûne.
Teqîn di demekê de pêk hat ku Îsraîlê rêveberiya Tehranê bi dayîna balafirên bêmirov bo Hemasê tawanbar kiribû. Herwiha Îranê jî doh ragihandibû ku wan balafireke bêmirov a bi navê ‘Xeze’ çêkiriye.
Derbarê teqîna li kargeha balafirên bêmirov a Îsfehanê de ji aliyê berpirsên Îranê ve ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin