Li welatê Perûyê ku welatek ji Amerîka Başûre, otobuseka du qat di firanekê de ket jêr û di encamê de 44 kes mirin.
Qeza li ser rêya Panamerikanê çêbû. Ji ber qeza piştî nîvê şevê çêbûye, kes sedema qezayê nizane lê wisa tê texmînkirin ku otobus nikaribiye di fetlanekê de xweş bifetile û di devereka 200 metre bilind de gêr bûye.
Li Perûyê gelek caran qezayên weha çêdibin.Hetta di serê sala borî de jî qezayek çêbûbû ku 52 kes di qezayê de miribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin