Tirkiye nota da Almanya

Tirkiye nota da Almanya

PeyamaKurd-Tirkiye nota da wezareta karê derve ya Almanya da Tirkên wê derê karibin dengên xwe bikarbînin.

Tirkiye xebatên xwe yên dîplomatîk dide dewamkirin da di 24 ê hezîranê de, di hilbijartina serokkomarî û parlementeran de, Tirkên li Almanya karibin dengên xwe di sindoqan de bikarbînin.

Eger Almanya bi erênî bersiva Tirkiyê bide, wê Tirkên wê derê karibin dengên xwe bidin. Li gor qanûn dengdarên li derveyê welat, di tûra yekem de dikarin di 4-17 ê hezîranê de dengan bidin û eger bimîne tûra duyem, wê di 30 yê hezîran û 4ê temmûzê de dengên xwe bidin.

Kesên li derveyê welat dijîn, wê bo serokkomariyê û parlementoyê tev karibin dengên xwe bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin