PeyamaKurd- Dijberiya navbera Rûsya û Amerîkayê ya li ser Venezuelayê her diçe zêdetir dibe. Serokê Amerîkayê Trump bang li Rûsyayê kiribû da ji Venezuelayê derê. Paşî bangek ji Rûsyayê hat û berdevka wezareta karên derve Mariya Zaharova got ku divê ewilî Amerîka ji Sûriyê derê.
Zaharova ragihand ku divê Trump soza ku daye civaka navdewletî bîne cîh û weha got:
“Berya şîreta li yekî bikî û bêjî ji wê derê derê, divê Amerîka ewilî ji Sûriyê derê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin