Li Iraqê ereba bombekirî teqiya û 8 kes mirin

Li Iraqê ereba bombekirî teqiya û 8 kes mirin

PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Samarayê di dema ku hêzên mîlîs yên bi ser grûba Muqteda Es Sadr yê bi navê Seraya es-Selame dewriye digeriyan erebeyek bombekirî teqiya û di encamê de 8 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn. Ragihandina qewimandinê ji aliyê Nûman el-Cûbûr ku yek ji wezîfedarên polîsê Iraqê ye hat kirin.

Cûbûrî ragihand ku birînên birîndaran xedarin û dibe êrîş ji aliyê DEAŞ ê de an jî bi desteka DEAŞ ê hatibe kirin. Heya niha bûyer zelal nebûye bê ji aliyê kê de hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin