PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva daxwaza wegera bûka Amerîkî ya DAİŞê da.
Piştî ku bûka DAİŞê ya Amerîkî ya bi navê Huda Musenna daxwaz kir wegere Amerîkayê û poşmaniya xwe ya derbarê jiyan kirina bin desthilata DAİŞê ragehand, serokê Amerîkayê Donald Trump di twîtterê de dijatiya xwe bo wegera wê aşkera kir.
Donald Trump ragehand: ‘’Min rênmayî derxistine bo wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û bi temamî ez li gel im, ku rê ji Huda Musenna re neyê dayîn ku wegere Amerîkayê.’’
Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi fermî ragehandibû ku Huda hemwelatiyekî Amerîkayê nîne û ti belgeyekî yasayî tineye, ji ber wê ‘’Mafê wê tine bê Amerîkayê.’’
Huda Musenna ji eyaleta Elebama ya Amerîkayê ve berê xwe dabû navçeyên bin desthilata DAİŞê yên li Sûriyê û 5 salên borî de 3 caran zewicî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin