PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerika ku nexwestiye navê xwe eşkere bike diyarkiriye ku “Wê li herêma ewle ne Tirkiye ne jî hêzên HSDê hebin.”
Berdevkê Pentagon Sean Robertson diyarkir ku wekî beşek ji Hêza Navneteweyî dê we sed dused leşkerên Amerika li bakurê rojhilatê Firatê bimînin. Li garnizona El Tenif jî bimîn in.
Ligor nûçeya Ajansa Anadolu Robertson destnîşankir: “Hêza Navneteweyî dê hêzek pir netew be û bi hemû netewa ligel Hêzên Amerîka dê ewleyiya heremê biparêze. Nahêle DAİŞ carek din vegere, û ev hêz di destê yekem de dê ji Hêzên NATO pêk were”.
Liser pirsa Hêzên NATO dê ji çi welatan bin, Robertson nexwest bikeve hûrgiliyan de.
Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerika, ku navê xwe eşkere nekiriye diyarkiriye, ku di Herêma Ewle de ne Tirkiye ne jî Hêzên HSD dê hebin.
Çav li reye hêzeke NATOyê li herêma ewle bê bicîkirin. Li aliyê din Serokê Amerîkayê Donald Trump doh aşkere kiribû wê 400 leşkerî li Sûriyê bihêlin.
Wezîrê Bergiriya Tirkiyê Hulusî Akar jî doh serdana Amerîkayê kiribû û bi berpirsên Amerîkayê re civiya bû. Akar îro aşkere kiribû wan herêma ewle, rewşa Menbicê ligel berpirsên Amerîkayê gotûbêjkiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin