PeyamaKurd- Bi sedema civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî, serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan û serokê Amerîkayê Donald Trump li baregeha Neteweyên Hevgirtî ya New Yorkê hatin cem hev. Di hevdîtinê de Trump bo serokwezîrê Pakistanê weha got:
“Ez amade me di mijara Keşmîrê de alîkariyê bikim. Ez dixwazim û dikarim jî. Mijareka tevliheve û wextekî dirêje dewam dike. Lê eger her dû teref bixwazin çareser bibe, ez amade me. Bi Modî re têkiliyên min yên gelek baş hene û bi serokwezîr Xan re jî têkiliyên min yên baş hene. Eger di noqteyên hevpar de bibin hemfikir, ez dikarim bibim navbeynkarekî gelek baş.”
Di hevdîtinê de her dû serok ragihandin ku wê di mijarên bazirganî, aborî û têkiliyên duqolî de hevkariyê bikin û têkiliyên xwe bipêş bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin