PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê Serokê Amerîkayê Donald Trump belgeya naskirina serweriya Îsraîlê li Girên Golanê hefteya pêşiya me îmze bike.
Televizyona Kanal 12 ya Îsraîlê di nûçeya xwe de ragihand ku dê di serdana Washingtonê ya Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû de ku 25-26ê Adarê pêk tê, Serokê Amerîkayê Donald Trump belgeya naskirina serweriya Îsraîlê li Girên Golanê îmze bike.
Dê Amerîka bi vê biryara naskirinê re piştrast bike ku Girên Golanê yên navbera Sûriye-Îsraîlê bibin erdên fermî yên Îsraîlê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin