Trump bi Şara re axifî: Mijar dahatûya Sûriyê û Kurda ye

Trump bi Şara re axifî: Mijar dahatûya Sûriyê û Kurda ye

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Ahmed Şara û serokê DYAyê Donald Trump di rêya telefonê de axifîn. Mijarên wan yên li ser wan axifîn, dahatûya Sûriyê, mêzêna li herêmê û dahatûya Kurdan bû.

Serokatiya Sûriyê ragihand ku di nav çarçoveya Sûriya yekgirtî de, mafên Kurdan bê parastin û hem bê garantîkirin.

Her dû teref biryarê dane li ser têkoşîna li hemberê IŞİDê û rakirina tehdîda IŞİDê ya ji ortê ya bi temamî rabe, divê di seha leşkerî û îstîxbarî de hevkariyê bikin.

Her çendîn serokkomariya Sûriyê daxwuyanî da jî heya niha Koşka Sipî di derbarê axaftina telefonî de ya bi Şara re, nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin