PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, bi fermî ragihand ku ew ê di hilbijartinên 2024an de car din bibe berendamê Serokatiya Amerîkayê û xebatên qadê pêk hanî.
Donald Trump, bi danasîna tîma xwe li Karolinaya Başûr, dest bi daketina qadan kir. Trump di axaftina xwe ya li qadê de got ku
"Em ê bi hev re peywira xwe ya neqediyayî temam bikin da ku em car din Amerîkayê mezin bikin."
Ji ber ku li eyaletên New Hampshire û South Carolinayê, dengdana pêşwext hatibû kirin, bandorek mezin li ser hilbijartina berbijar kiribû.
Trump û alîgirên wî ku li vê derê "nîşandanek hêzê" kirin, armanc kirin ku nîşanên pirsê yên di derbarê ji nû ve hilbijartina serokê berê de paqij bikin.
Donald Trump ê ku li New Hampshire beşdarî civîna salane ya Komarîxwazan bû got,
"Yên ku dibêjin 'ew mîtîngê nake, kampanyayê nake, dibe ku enerjiya wî tune be' hene, lê niha ez pir bi hêrs im û bêhtir bi biryar im."
Trump tekez kir ku polîtîkayên koçberî û şerê sûcê li New Hampshire dê bi tevahî berovajî yên Serok Joe Biden bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin