Trump destekê da lê kursiyê Sebastiyan Pinera diheje

Trump destekê da lê kursiyê Sebastiyan Pinera diheje

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê destekê da serokê Şîliyê Pinera. Nûçe ji aliyê Koşka Sipî de hat ragihandin û Trump gotiye ku serokê Şîliyê bi rêya aştiyê dixwaze nîzama netewî ya dewleta xwe biparêze û Amerîka destekê dide wî.

Serokê Şîliyê Pînera bi sedema ku pirsgirêkên xelkê fêmnekiriye lêborîna xwe xwestibû, peketekî aboriyê xistibû rê û ji hukumeta xwe 8 wezîran guhertibû lê xwepêşandan nerawestiyabûn. Trump bi telefonê got ku tevegerên ku zerarê bidin sazî, demokrasî û nîzama Şîliyê şermezar dike.

Trump her weha bi sedema xwepêşandan li Şîliyê dewam dikin, Sebastiyan Pinera mecbûr maye ku konferansa NH ya Guherandina îklim û Zîrweya APEC ê betal bike û Trump jî destekê dayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin