PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî heta niha her hefte testa vîrusa koronayê dikir lê ew dê ji niha û pê ve her roj xwe test bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje heta niha wî temasî tu leşkerên enfekte bûne nekiriye.
Koşka Spî dabû zanîn ku leşkerekî artêşa Amerîka yê li avahîya Koşka Spî kar dike bi vîrusa koronayê ketiye û Trump û cîgirê wî Mike Pompeo testa vîrusa korona kirine û ew test negatîf derketine.
Di serê Adarê de jî karmendekî li cem Mike Pompeo dixebite bi vîrusa korona ketibû.
Çavkaniyên Koşka Spî dibêjin ku Trump û Pence bo vîrusa koronayê xwe test dikin û xebatkarên koşkê jî tevdîran werdigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin