PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bo radyoya Fox ê li ser mijara Afxanistanê şiroveyan kir û got ku gelek nêze bi Talîbanê re lihev bikin û bi wê sedemê, wê leşkerên xwe yên Afxanistanê kêm bike. Lê Trump ji lihevkirina bi Talîbanê re hêj piştrast nîne. Trump weha got:
“Em ê jimara leşkerên xwe yên Afxanistanê daxin 8 hezar û 600 î. Piştî wê, em ê binêrin û li gor pêşdeçûnan biryara xwe bidin.”
Niha jimara leşkerên Amerîkayê li Afxanistanê 14 hezare. Eger bi Talîbanê re lihev bikin, wê jimareka zêde leşkerên xwe vekişînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin