Trump li ser Sûriyê û Îranê daxuyanî da

Trump li ser Sûriyê û Îranê daxuyanî da

PeyamaKurd _ Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvîneke taybet de li Koşka Spî bersiva pirsên nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde da û daxuyaniyên giring li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriye, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dan.

Trump derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de destnîşan kir ku pêvajoya ji nû ve yekkirina welat berdewam dike û di vê çarçoveyê de têkiliyên rêveberiya wî û Kurdan "pir baş" diçin. Trump bal kişand ser hewildanên Amerîkayê yên ji bo rawestandina şer û piştgiriya xwe ji bo diyaloga di navbera aliyên Sûrî û Kurdan de nîşan da, nexasim piştî hevdîtinên dîplomatîk ên wekî ya Marco Rubio û General Mezlûm Abdî.

Derbarê Serokê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara de, Trump bi pesn axivî û diyar kir ku wî ew aniye ser vî postî û ew wekî kesekî "bi hêz û jêhatî" dibîne ku karê xwe bi serkeftî dike.

Trump destnîşan kir ku Şara di yekkirina Sûriyeyê de roleke girîng dilîze û heta niha nêzîkatiya wî ya li hember Kurdan erênî bûye. 

Li aliyê din, Trump peyamên pir tund arasteyî desthilatdarên Tehranê kirin û ragihand ku divê Îran peymaneke dadperwerane bi Amerîkayê re bike.

Trump bal kişand ser rewşa navxweyî ya Îranê û îdia kir ku wî rê li ber îdamkirina zêdetirî 800 kesî girtiye bi rêya şandina hişyariyên tund ji bo rêberên Îranê.

Trump diyar kir ku ew ji bo gelê Îranê yê ku di bin zextan de dijî pir xemgîn e û anî ziman ku jiyana li wir mîna "cehennemê" ye, lewma pêwîstiya herêmê bi guhertineke bingehîn û peymaneke nû heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin