PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li serdana Japonyayê ji Tokyoyê daxwaza navbeynkariyê bo Washington û Tehranê kir û got, Amerîka hewla guhartina rêjîma Îranê nade, tenê dixwaze rê li ber Îranê bigire daku nebe xwedî çekên atomî.
Donald Trump li Tokyo di civîna çapemeniyê ya ligel Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe de got, “Em ti carî naxwazin ziyanê bigihînin Îranê, lê em naxwazin Îran bibe xwedî çekê atomî.”
Trump wiha axivî: “Ez bawer im emê rêkeftinekê bikin. Karînên aborî yên mezin ji Îranê re hene û ezê rê bidim ku di qonaxekê de wê yekê nîşan bide.”
Trump herwiha pesnê Îraniyan da û wiha pê de çû: “Îran dikare bi wê rêjîmê re bibe dewleteke mezin. Em hewl nadin rêjîma Îranê biguherin. Em dixwazin Îran bê çekê atomî be.”
Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew piştgirî dide Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe ku di navbera Washington û Tehranê de navbeynkariyê bike.
Amerîkayê di serê meha Gulanê de ji bo ‘peyameke zelal’ bide Îranê, gemîyeke balafirên şer veguhastibû Rojhilata Navîn û piştre ragihandibû ku ew dê 1500 leşkerên din jî bişîne wê herêmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin