Trump û Putin bi rêya telefonê axifîn

Trump û Putin bi rêya telefonê axifîn

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Putin û serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê li ser mijarên Venezuela, Kore ya Bakûr, Ûkrayna û têkiliyên duqolî axifîn. Navenda Çapemeniyê ya Kremlîna Rûsyayê ragihand ku her dû serok 1.5 bi telefonê axifîne.

Di telefonê de Putin gotiye ku li Venezuelayê tenê xelk dikare dahatûya xwe tayîn bike. Putin gotiye mudaxeleya bi karên nav wan û guhertina rêvebiriyê ya bi zorê, derbê li çareseriya siyasî dixe.

Di mijara Kore de Putin xwestiye ku dorpêça ser Koreyê bê sivikkirin. Di mijara Ûkrayna de Rûsya xwestiye ku Kiev peymana Minskê bîne cîh.

Li aliyê dinê berdevka Koşka Sipî Sarah Sanders behsa şêwra peymaneka dinê ya li ser sîlihên nukleerî dike ku hatiye gotûbêjkirin. Di mijara Venezuela de Trump xwestiye ku desthilatiya wê bi aştiyane çareser bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin