Trump vebijarka hilweşandina rejîma Îranê dinirxîne

Dîroka weşanê :
Trump vebijarka hilweşandina rejîma Îranê dinirxîne

PeyamaKurd – Li gorî raporeke nû ya rojnameya New York Timesê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji şêwirmendên xwe re ragihandiye ku eger danûstandinên nukleerî bê encam bimînin, ew vebijarka êrîşeke leşkerî ya berfireh û hewldana hilweşandina rejîma Îranê dinirxîne.

Trump diyar kiriye ku eger êrîşên sînorkirî û hewildanên dîplomatîk nebin sedem ku Tehran dev ji bernameya xwe ya nukleerî berde, dibe ku ew fermana êrîşeke pêşîlêgir bide da ku şiyana Îranê ya ji bo bidestxistina çekên nukleerî bi temamî ji nav bibe.

Lê belê, di nava rêveberiya Trump bi xwe de derbarê bandora êrîşên hewayî de gumanên mezin hene. Hinek rayedar di wê baweriyê de ne ku tenê bi êrîşên ji asman ve, ne mimkin e ku Îran neçarî paşvekişandinê were kirin, nexasim dema ku li ser asta zengînkirina ûranyûmê lihevkirinek tune be. Tevî vê yekê, tê gotin ku meyla Trump ber bi biryareke tund ve diçe da ku beriya ku derfetên dîplomatîk bi temamî biqedin, şiyanên stratejîk ên Tehranê hedef bigire.

Li aliyê din, ajansên îstîxbaratê yên Amerîka û welatên Rojavayî hişyariyên tund didin ku Îran li Rojhilata Navîn û Ewropayê êrîşên tolhildanê plan dike.

Li gorî agahiyên îstîxbaratî, Tehran bi rêya komên çekdar ên serbirxwe ve, li dijî berjewendiyên Amerîkayê amadekariyan dike.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar dikin ku di danûstandinên elektronîkî de ku hatine desteserkirin, asteke bilind a hemahengiyê di navbera Îran û milîsên wê de hatiye dîtin, ku ev yek nîşana planeke berfireh a ji bo bersivdayîna her êrîşeke Washingtonê ya li ser axa Îranê ye.

Ev liv û tevgera dualî metirsiya derketina şerekî herêmî yê mezin zêde dike ku ne tenê Rojhilata Navîn, belê ewlehiya Ewropayê jî dixe bin gefê.

Di demek ê de ku Trump li ser nexşeyên leşkerî hûr dibe, tîmên ewlehiyê yên Rojavayî jî di rewşa amadebaşiyê de ne da ku rê li ber êrîşên tolhildanê yên mihtemel bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin