Trump, vegeriya hesabê xwe yê Facebookê

Trump, vegeriya hesabê xwe yê Facebookê

PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, piştî çend salan vegeriya ser hesabê xwe yê Facebookê ku ji ber postên wî di 6ê Çileya 2021ê de hatibû girtin.

Donald Trump, vidyoyek ku piştî serkeftina di hilbijartina 2016an de kişandiye parve kir û got, "Ez vegeriyam”

Trumpê ku hesabê wî yê Facebookê hema 2 sal bi şûn de ji nû ve hat vekirin got, "Ji ber ku hûn li benda min man, li min biborin. Ji ber ku mijarên tevlihev hebûn.”

Li gorî nûçeya CNNê, li ser hesabê Facebookê yê Trump, piştî ku ragihandibû ku ew ê di hilbijartinên 2024an da bibe namzede Partiya Komarî, kompaniya ku kampanyaya wî dimeşîne xwest ku hesab bê vekirin. Metayê di 25ê Çileyê de ragihandibû ku heger Trump rêgezan bişopîne dê ji nû ve bikeve hundir.

Hesabên Facebook, Instagram, Twitter û YouTube yê Serokê berê yê Amerîkayê, piştî peyamên banga çalakiyê ji alîgirên xwe re beriya êrîşa 6ê Çile ya Kongreyê û îdiayên nelirêtiyên di hilbijartinê de hatin girtin. 

Hatibû diyarkirin ku Trump gelek caran hişyariyên dezenformasyonê û teşwîqkirina tundiyê li ser platformên civakî binpê kiriye.

Her wiha hat diyarkirin ku Trump, piştî wergirtina Twitterê ya ji aliyê Elon Musk ve şansê wî heye ku vegere Twitterê, tercîh dike ku platforma xwe yaTruth Socialê bikar bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin