Ukrayna: Berevaniya wê herêmê, berdewam e!

Ukrayna: Berevaniya wê herêmê, berdewam e!

PeyamaKurd- Ji aliyê Serokatiya Ofîsa Dewleta Ukraynayê ve hat ragihandin ku şerê navbera Rusya û Ukraynayê berdewam dike û hat diyarkirin ku hêzên Uraynayê, berevaniya bajarê Bahmutê berdewam dikin.

Serokê Ofîsa Dewleta Ukraynayê Andriy Yermak, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku pevçûnên li herêmê berdewam dikin û rewşa dawî ya şer ragihand.

Yermak diyar kir ku hêzên Ukraynayê, ji bo berevaniya bajarê Bahmûtê, hewilên xwe berdewam dikin û got,

“Hêzên berevaniya Ukraynayê, li rojhilat dijmin paşve dihêlin û vê berevaniya xwe berdewam dikin. Plansaziyên wan ên dagirkirina Bahmûtê, êdî bi ser nakevin. Ukraynay li pêş e.”

Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kiribû û heta niha bê navber berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin