PeyamaKurd – Şêwirmendê Nivîsgeha Serokatiya Ûkrayna Mihail Podolyak, di roja 17emîn a êrîşa artêşa Rûsyayê de ragihand ku ew bi Rûsyayê re nêzîkî rêkeftinê bûne.
Podolyak got: “Çawa ku formatên hiqûqî yên dualî werin diyarkirin, wê civîneke bê plankirin. Sibe yan jî du sibe dibe pêk were. Em li ser hemû kêşeyan axivîn û niha em li ser formatên hiqûqî dixebitin.”
"Aliyî Rûs êdî hîn erênîtir li rewşê dinêre!
Mihail Podolyak, li ser muzakereyên berdewam ên bi Rûsyayê re got ku divê Rûsyaya ku endîşeyên xwe yên garantiya ewlekariya dide pêş, pêwîste yên hevpeymanên din ên leşkerî jî bide ber çavan û wiha axivî:
“Ji bo ev rewşên han dubare nebin, pêşniyarên me yên ku Ûkraynayê jî ji xeteriyan biparêzin hene. Careke din dixwazim bibêjim ku; aliyê rûsî êdî hîn erênîtir li rewşê dinêre.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin