PeyamaKurd-Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê Irina Vereşçuk ragihand ku ji bo veguhestina sivîlan 9 korîdorên mirovî tên vekirin. Vereşçuk da zanîn ku sivîl dê bi van rêyan derbasî herêmên bi ewle bibin.
Ji bo korîdorên mirovî yên li herêmên şer, ji Ukraynayê hat ragihandin ku li ser 9 korîdorên mirovî hatiye lihevkirin. Irina Vereşçuk da zanîn ku îro kesên bixwazin ji Mariupol, Berdyansk, Tokmak û Energodarê derbasî Zaporijyayê bibin, dikarin bi maşînên xwe derkevin lê kesên li Severonodetsk, Lisiçansk, Popasna û Rubijneyê, dê bi otobûsan ji bo Îstasyona Gornoeyê bên veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin