PeyamaKurd- Serfermandariya Ukraynayê ragihand ku artêşa wan li bakur û başûrê bajarê Bahmutê, hin çeper bi dest xistine.
Berdevkê Serokomariyê Andriy Kovalyov li ser rewşa Bahmutê daxuyanî da û diyar kir ku li bakur û başûrê bajarê Bahmutê operasyonên artêşa Ukraynayê didomin û wiha got,
"Leşkerên me li hin deverên Bila Gora-Andriyivka û Bila Gora-Kurdyumovkayê bi ser ketin. Agahiyên ku leşkerên Ukraynayê bi topan havêtine hedefên Rusyayê û tedbîrên li dijî topan girtine. Leşkerên Rusyayê, berxwedaneke xurt nîşan da, leşkerên xwe bi cih kirin û rezervên xwe bi kar hanîn.”
Fermandarê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Aleksandr Tarnavskiy jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de ragihand ku Rusyayê di roja dawî de 27 caran êrîşî çeperên Ukraynayê kirin û 668 caran gulebaran kirin û got,
"Yekîneyên topxaneyê yên hêzên parastinê yên Tavriya di roja dawî de 1418 erkên gulebaranê pêk hanîn. Di encamê de 1418 erkên gulebaranê kir. Kuştî û birîndarên dijmin gihîştin nêzî 2 lîwayan. 14 alavên leşkerî hatin hilweşandin. 7 depoyên cebilxaneyê yên Rusyayê hatin jinavbirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin