UNAMI: Em hêvîdar in ji nêzîk ve bi Nêçîrvan Barzanî re bixebitin

UNAMI: Em hêvîdar in ji nêzîk ve bi Nêçîrvan Barzanî re bixebitin

PeyamaKurd - Seroka Rêxistina Bernameya Alîkariya Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê (UNAMI) tê naskirin, bi helkefta hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li wî kir û got ew dixwazin bi Nêçîrvan Barzanî re ji nêzîk ve bixebitin

Seroka UNAMIyê Jeanine Hennis di twîtera xwe de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin. Jeanine Hennis got: “Malbata Neteweyên Yekgirtî li Iraqê hêvî dike ku ji nêzîk ve bi  Nêçîrvan Barzanî re kar bike.”

Hennis heftiya borî li Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî  ve raportek derbarê Iraqê de pêşkêş kiribû û daxwaza pêkanîna hikûmeta Iraqê kiribû û hêvî jî xwestibû ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdyê de bi pêş ve biçin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin