PeyamaKurd-Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 12,3 milyonan zêdetir zarokên Sûriyeyî, hewceyê alîkariya mirovî ne.
Dîrektora Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakûr a UNICEFê Adele Khodr, bi rêya daxuyaniyekê da zanîn ku bi milyonan zarokên Sûriyeyî, hem li Sûriyeyê hem li welatên cîran, hîn jî di nav tirs û fikaran de ne û hewceyê alîkariya mirovî ne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li nav Sûriyeyê 6,5 milyon, li welatên cîran jî 5,8 milyon zarok di perîşaniyê de dijîn.
Hat zanîn ku ji ber şerê li Ukraynayê, buhayê xurekan jî her ku diçe zêdetir dibe ji ber vê jî hewcedariya bi kel û pelên jiyanî her ku diçe zêdetir dibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nav 11 salan de li Sûriyeyê 13 hezar zarok hatine kuştin û tenê di sala îsalî de 213 zarok hatine kuştin. Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo alîkariya mirovî bi lezgînî bigihîje nêzîkî milyonek zarokên li bakûr-rojavayê Sûriyeyê, pêdivî bi 20 milyon dolaran heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin