UNICEF: Îsraîl li erebeyekî me xist

UNICEF: Îsraîl li erebeyekî me xist

PeyamaKurd – Fon a Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) ragihand ku li Şerîda Xezzayê duhî Îsraîlê li alavekî wan xistiye. UNICEF, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de weha ragihand:

“Do li Şerîda Xezzayê erebeyekî me rawestiyabû da bikeve bakûrê Xezzayê û gule li ereba me ketiye. Me rayedarên Îsraîlê ji bûyerê agahdar kir. Mixabin dema em xebatkarên alîkariyê yên ku jiyanan rizgar dikin, em dikevin nav talûkeyan. Heya xebatkarên desteka mirovî li gor hûqûqa mirovî nên parastin, nabe ku alîkarî bigihê kesên muhtac.”

UNICEFê negot bê di bûyerê de kesekî miriye an na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin